Fermandeyê artêsa Amerîkayê: Em ê tenê 2500 serbazên xwe li Iraqê bihêlin

10 December 2021 13:33 0 dîtin
Fermandeyê artêsa Amerîkayê: Em ê tenê 2500 serbazên xwe li Iraqê bihêlin

PeyamaKurd – Fermandeyekî artêşa Amerîka diyar kir, ew ê tenê 2500 serbazên xwe li Iraqê bihêlin.

Fermandeyê Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîka (CENTCOM), Frank McKenzie ji ajansa AP re daye zanîn, rola hêzên wan yên şerker li Iraqê wê bibe rola şîretkarî û alîkariyê.

General McKenzie herwiha eşkere kiriye, milîs û hêzên girêdayî Îranê yên li Iraqê dixwazin Amerîka bi yekcarî ji Iraqê derkeve, lê ew ê li Iraqê bimînin, ji ber ku beşek ji Iraqiyan dixwazin Amerîka li welatê wan bimîne.

Fermandeyê CENTCOMê destnîşan kiriye, ew ê 2500 serbaz û pisporên xwe yên serbazî li Iraqê bihêlin.