Fewzî Herîrî: Hukumeta Kurdistanê destekê dide Zurfî

03 April 2020 02:48 0 dîtin
Fewzî Herîrî: Hukumeta Kurdistanê destekê dide Zurfî

PeyamaKurd- Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, tevlî bultena Rûdawê bû û tîşkê xist ser gelek mijaran. Herîrî ragihand ku wê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nêz de ji parlementoya Bexdayê daxwaz bike ku bo kesên aboriyên wan qelsin fonekî bê danîn û destekê bidin wan malbatan. Ji heman fonê parekî bo Kurdistanê veqetînin. Di bernamê de tiştên girîng ku derketin pêş ev in:

-Wê serokê herêmê daxaza avakirina fonekî ji parlementoya Bexdayê bo kesên muhtac bike û daxwaza para Kurdistanê ji wan bike.

-Wê hukumeta Kurdistanê destekê bide serokwezîrê nû yê ku bo avakirina hukumeta Bexdayê hatiye erkdarkirin. Ednan Zurfî bi peymana ku di navbera hukumeta Adil Abdulmehdî û Kurdistanê de hatibû kirin, wê sadiqê peymanê be û di serde daxwazên îlawe yên herêma Kurdistanê wê hebin.

-Serokatiya herêma Kurdistanê destekê dide temamê kiryar û tedbîrên hukumeta Kurdistanê yên di derbareyê berlêgirtina koronavîrusê. Dibe ku nexweşîn di nav 3 mehan de ji holê rabe.

- Di mijara avakirina hukumeta Bexdayê ya nû de, tişta ku dikeve ser milên herêmê, tevgereka hevpar û parastina yekîtiya Kurdistanê ye.

-Heya niha Ednan Zurfî çend caran li serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî geriyaye û 2 roj berê bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî axifiye.

-Serokatiya herêmê bernameya ku Ednan Zurfî pêşkeşê herêma Kurdistanê kiriye tesdîq kiriye. Di bernamê de mafên qanûnî yên bingehîn, dahatûya deverên di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê an ku xala 140 ê, budçe, maaşên pêşmergeyan, maaşên memûran û hwd. hene.

-Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştrast kiriye ku bi Zurfî re ti pirsgirêkekî wan tine ye.

-Divê namzedê şî’ayan bi terefên şî’ayan re lihev bikin.

-Eger Ednan Zurfî karibe were asta ku hukumet di meclisê de sondê bixwe, wê herêma Kurdistanê destekê bide wî.

-Çi problemekî herêma Kurdistanê bi şexsa re nîne. Kî daxwazên Kurdistanê bicîh bîne, wê Kurdistan destekê bide wî.

-Kurdistan bende ye ku Zurfî terefên li Bexdayê razî bike û were Kurdistanê. Heya niha roja hatina wî bo Kurdistanê diyar nîne.

-Tengasiyeka herêma Kurdistanê ew e ku bi sedema koronavîrusê kêmasiya aboriyê heye û mijara din jî daketina bihayê petrolê ye li seranserê dinyayê. Daketina bihayê petrolê jî bi xwe re tengaviyên aborî bo Kurdistanê tîne.

- Herkes dizane ku bi sedema nexweşîna vîrusê gelek kes li welatên cuda jiyana xwe ji dest dan. Roja şemiyê bo Çîn, Îtalya, Îran û Fransa an ji dewletên wek wan re, li ser navê Kurdistanê wê peyamên sersaxiyê bên verêkirin. Gelek girînge ku Kurdistan êşa wan parve bike.