Fezlekeyên rakirina parêzbendiya 9 HDPiyan ji Wezareta Dadê re hatin sandin
PeyamaKurd – Fezlekeyên lêpirsînê yên ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriyê yên derbarê 9 parlamenterên HDPê de, ji bo Wezareta Dadê ya Tirkiyê hatin şandin.
Ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê ragihandiye ku piştî têkildarî lêpirsîna bûyerên Kobanî, îddianameya derbarê 108 kesan de ku hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser heman dosyeya lêpirsînê, di derheqê hejmarek parlamenterên HDPê de ku di heman demê de endamên Komîteya Navendî ya Rêveber a HDPê ne, dosyeyên lêpirsînê amade kirine.
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û 8 parlamenterên din ên HDPê de dosyeya lêpirsînê amade kiriye û daxwaza rakirina parêzbendiya wan parlamenteran dike.
Hat diyarkirin ku tevî Pervîn Buldan, ji bo Cîgirên Serokê Koma HDPê li parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Hakkî Saruhan Oluç, parlamenterê Amedê Garo Paylan, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, parlamenterê Wanê Sezai Temelli, parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan û parlamentera Izmîrê Serpîl Kemalbay Pekgozegu fezlekeyên lêpirsînê hatine amadekirin û rakirina parêzbendiya wan hatiye xwestin.
Hat ragihandin ku fezlekeyên 9 parlamentarên HDPê îro ji bo Wezaret Dadê ya Tirkiyê hatin şandin û biryar e ew dosye paşê ji bo parlamentoyê bêne şandin û biryar li ser rakirina parêzbendiya wan parlamenteran bê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Tirkiyê Devlet Bahçelî daxwaza demildest girtina HDPê dike, lê heta niha şirîkê wê yê Tifaqa Cumhur AKPê ji bo girtina HDPê neketiye nav ti hewldanekê ku wekî rêbaz rayedarên AKPê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê û cezakirina wan bi rêya dadgehan derdixin pêş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin