Fîgen Yüksekdag derxistin ber dadgehê
PeyamaKurd- Hevseroka HDP ê ya berê Figen Yüksekdağ bi sedema rêvebiriya rêxistina terorê, prapogandeya rêxistina terorê, muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û meşê, tehrîkkirina xelkê bo dijminahî û kînê derket ber dadgehê. Darizandina wê li Ankara li dadgeha cezayê giran ya 16 emîn de hat kirin. Li dafgehê parêzerên Yüksekdağê jî amade bûn.
Yüksekdağ bi rêya SEGBİS ê îfadeyên xwe da dadgehê û xwe bo fezlekeyên axaftinên xwe yên Diyarbakir, Agirî û Batmanê parast. Lê dadgehê celseyê da 14 ê hezîranê û biryara dewama zîndanîkirina wê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin