Fînlandiya dikare di nêz de îzna îxracata berhemên bergiriyê bide ji bo Tirkiyê
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Fînlandiyayê Antti Kaikkonen ji bo seredanekî fermî giha Ankara ya Tirkiyê û bi wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar re rû bi rû hevdîtin kir û paşî her dû wezîr ji heyetên xwe re serokatiyê kirin. Wezîrê Fînê ragihand ku wan yek bi yek îzna îxaracata berhemên sanayiya bergiriyê dane ber çav û di pêş de dikarin îznê bidin hinek berheman da îxracê Tirkiyê bikin. Kaikkonen, ji bo Reutersê weha got:
“Hevdîtinên pêş yên şîrketên Fînî bi şîrketên Tirkiyê re hatin kirin. Divê pêşî ji şîrketên Fînî daxwaz werin ku waye şîrketên Tirkiyê dixwazin ji wan berheman bikirin û em jî weka hukumet fikra xwe bêjin. Dibe ku ev di nêz de bibe.”
Piştî hevdîtina her dû wezîran, civîna çapemeniyê hat kirin û Antti Kaikkonen weha got:
“Di hevdîtina me ya îro de, endîşeyên me yên ewlehiyê yên her dû dewletan hatin ziman û dewama hevdîtinan ji bo me her dû dewletan girînge.”
Ji bo Fînlandiya û Îsweç bibin endamên NATO yê, erêkirina Tirkiyê pêwiste û ji ber wê jî çûnûhata fermî ya her sê dewletan bi zêdayî dewam dike. Tirkiyê her weha dixwaze ji her dû dewletan sîlihan bikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin