Fînlandiyayê, ketina masînên bi plaqeya wî welatî qedexe kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, piştî Letonya, Lîtvanya û Estonyayê; Fînlandiyayê jî ji îşev pê ve ketina maşînên bi plaqeya Rusyayê qedexe kir.
Wezîra Karên Derve ya Fînlandiyayê Elina Valtonen ragihand ku di vê mijarê de ew bi welatên dost re hevrêziyê dikin û got, "Pêkanîna qedexeyê tê wateya ku maşînên bi plaqeya Rusyayê hatin qedexekirin."
Balyozê Helsînkî yê Estonyayê Sven Sakkov jî di peyama xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de got ku “Welatiyên Yekîtiya Ewropyaê yên ku li Rusyayê rûdinin, dê li derveyî vê qedexeyê bên girtin.”
Piştî biryara navborî, Wezîrê Karên Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna jî diyar kir ku ev biryara welatên cîran bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin