Firotina miqdarê sîlihan yê Almanya giha 9,04 mîlyar Euroyî

26 December 2021 02:04 0 dîtin
Firotina miqdarê sîlihan yê Almanya giha 9,04 mîlyar Euroyî

PeyamaKurd – Firotina miqdarê sîlihan yên Almanya ku ji bo welatên derve firotiye, îsal giha 9,04 mîlyar Euroyî. Li gor ragihandina ajansa Almanya ya nûçeyan ya DPA yê, li ser gotina wezareta bazirganî ragihand ku îxracata îsal gihaye 9,04 mîlyar Euroyî. Ev miqdar di sala 2019 an de 8.02 mîlyar Euro bû.

Misir welatê herî li pêşe ku Almanya sîlihan firotiyê. Almanya ji bo 4.34 mîlyar Euroyî îznê daye firotina sîlihan ya ji bo Misrê.

Hukumeta Merkelê ji bo sîstema Misrê ya Thyssenkrupp Marine Systemsê 3 firqeteyên "MEKO A-200 EN", ji sîstema parastina hewayî ya Diehl Defence 16 heb "IRIS-T SLS / SLX " firotibû Misrê.

Hukumeta Almanya ji bo Sîngapûrê sîstema Thyssen Krupp Marine Systemsê ji bo firotina keştiyên noqavê ya bi navê "218 SG" yê îzna îxracatê dabû.