Fransa, Almanya û Îtalyayê pistgiriya xwe bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê ragihandin

04 August 2023 17:22 0 dîtin
Fransa, Almanya û Îtalyayê pistgiriya xwe bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê ragihandin

PeyamaKurd –  Berpirsên welatên Fransa, Almanya û Îtalyayê, piştî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve wek 25ê Sibata 2023yan hate diyarkirin, piştevaniya welatê xwe ragihandin. Amerîka û Holandayê jî piştgiriya xwe bo diyarkirina dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê ragihandibûn.

Fransa:

 Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Rodolphe Richard, li ser medya civakî diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wek 'qonaxeke yekalîker' bi nav kir û wiha got: “Destnîşankirina roja hilbijartinên Parlamentoyê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve, qonaxeke yekalîker e. Girîng e ku hemû saziyên pêwendîdar û hêzên siyasî hevahengiyê bikin ji bo birêvebirina proseyeke hilbijartinê ku rêz li yasayên navdewletî bigre.”

Almanya:

Konsulxaneya Giştî ya Almanya ya li Bexdayê pêşwazî li diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê jî ji hemû aliyan daxwaz kir ku beşdariya wan a avaker hebe ji bo encamdana hilbijartineke azad û dadperwerane û giştgir di dema guncaw de.

Îtalya:

Balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Serokatiya Herêmê dikin ji bo diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku 25ê Sibata 2024an destnîşan kirine.

Balyozê Îtalyayê daxwaza hilbijartineke azad û dadperwerane kir û got, mafê dengdanê bingeha demokrasiyê ye û derfeteke bi nirx e ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê, da ku dengê xwe bigihînin.