Fransa baregeha xwe ya li Peravê Fîldîsiyê teslîmê Afrîka Rojava kir

21 February 2025 20:49 0 dîtin
Fransa baregeha xwe ya li Peravê Fîldîsiyê teslîmê Afrîka Rojava kir

PeyamaKurd – Fransa, bi tevlîbûna wezîrên bergiriyê yên Fransayê Sebastien Lecornu û yê Afrîka Rojava Tene Brahima Outtara, bi merasimekî fermî, baregeha xwe ya li Peravê Fîldîşiyê teslîmê Afrîka Rojava kir. Wezîrên bergiriyê û Afrîka Rojava ragihandin ku ewlehiya Peravên Fîldîşiyê dane artêşa Fîldîşiyê.

Her dû wezîr Outtara û Lecornu, piştî ala Fîldîşiyê bilind kirin ser dîrekê, belgeyekî îmza kirin ku baregehê dewrî artêşa Fîldîşiyê kirine. Her weha nobedarên baregehê cîh guhertin. Di merasimê de wezîr Ouattara got:

"Ev tevger nîşan dide ku di navbera her dû welatan de, di dostaniyê û hevkariya stratejîk de dewreyekî nûh destpêdike. Wê hevkariya me ya leşkerî wekî her carê baş be û di mijarê de ez soz didim.”

Wezîrê bergiriya Fransayê jî di merasimê de weha got:

“Dinya diguhire û divê têkiliyên me yên leşkerî jî biguhirin. Guherîna desthilata baregehê di demekî dîrokî de bû ku di asta li ser dostanî û asta bilind de têkiliyên me hatine danîn. Heyiyên Fransayê diguherin lê ji ortê ranabin.

“Di sala 2025an de vekişîna leşkerên Fransayê wê ast bi ast bibe lê wê ji bo perwerda leşkerên Fildişiyê 80 leşkerên Fransayê û hem ji bo misyona Fransayê li wê derê bimînin.”