Fransa dest danî ser sîlihên ku Îranê ji Hûsiyan re disand
PeyamaKurd – Hêzên taybet yên Farsanyê di rojên borî de sîlihên ku Îranê ji Hûsiyên Yemenê re dişand da rawestandin. Li gor ragihandina rojnama Şarqûl Ewsetê ku binkeya nûçeya xwe biriye ser rojnama Wall Street Journalê, keştiyekî Fransayê di 15 ê meha rêbendanê de keştiyekî bi şubhe ya li peravênYemenê daye rawestandin.
Hêzên taybet yên Fransayê derketine ser keştiyê û tê de ji 3 hezarî zêdetir tivingên êrîşê, 20 heb fuzeyên tanksawarê û nîv milyon muhîmmatên fişekan dîtiye. Tê gotin ku operasyona Farnsayê ya ser Hûsiyan perçeyekî ji kontrolkirina Îranê ye.
Di nav 2 mehên dawiyê de Amerîka nehiştiye ku 5 hezar çek û 1,6 milyon fişek ên ji aliyê Îranê de hatine şandin ji bo Hûsiyên Yemenê, bikeve destê Hûsiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin