Fransa: Eger Amerîka (DYA) bi Ewrûpa re bikeve serê bazirganiyê dê wenda bike
PeyamaKurd – Wezareta Bazirganiyê ya Fransayê ragihand ku eger DYA bi Ewrûpa re bikeve şerê bazirganiyê, wê di seha aboriyê de gelek zerar bike.
Rayedarên wezaretê gotin ku DYA bi Ewrûpa re bazirganiyekî bi hecma mezin dike û di şerekî bazirganiyê de, wê bi zerarê re rû bi rû bimîne. Wezaretê got:
“Eger DYA bi Ewrûpa re bikeve şerê bazirganiyê, gelek tişt hene ku ji destê wan here.”
Berdevkê wezareta karên derve yê Fransayê Lemoine, di civîna heftane ya çapemeniyê de rewşê rave kir û behsa girîngiya têkiliyên aborî yên transatlantîkê kir û bertekê nîşanî siyaseta muhazakar da û got.
“Em bi DYA re hemparê bazirganiya mezinin. Eger DYA bi Ewrûpa re bikeve şerê bazirganiyê we zerarê bike. Bi DYA re têkiliyên me yên dîrokî hene. Di mijarên hevkariyên cuda de, diyaloga me ya zêde heye.”
Lemoine, got ku DYA ne tenê di mijara Ûkrayna de lê di bazirganiyê de jî, di mijara zêdekirina baca gumrikê de tiştên nûh dike lê diyaloga wan dewam dike.
Lemoine, her weha got ku di mijara şerê navbera Rûsya-Ûkrayna de, ewilî parastina Ûkrayna û Ûkrayniyan û paşî ewlehiya Ewrûpayê wan eleqedar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin