Fransa: Operasyona Tirkiyê wê zararê bide têkosîna dijî DAISê
PeyamaKurd - Fransa, derbarê operasyona dijî bakurê Sûriyê Tirkiyê hişyar kir û bibîr xist ku gefên DAIŞê didomin û bi vê biryarê re wê têkoşîna li dijî DAIŞê zirarê bibîne.
Wezareta Derve ya Fransa bi daxuyanîyekê diyar kir ku divê Tirkîye ji helwestên dûrî berjewendîyên Hevpeymaniya Navndewletî ya Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dûr bisekine. Wezaretê da zanîn ku hewildanên yekalî dê ji aliyê însanî ve encamên giran çêke û bal kişand ku ew ê penaber wisa nikaribin bi awayekî bawerkirî vegerin axa xwe.
'EGER AMERÎKA VEKIŞE WÊ KURD DIJÎ OPERASYONA TIRKIYÊ BI TENÊ BIHÊLE'
Di daxuyanîyê de hat gotin ku gefên DAIŞê didomin û operasyona Tirkiyê ya dijî bakurê Sûriyê dê zirarê bide têkoşîna dijî wê rêxistinê. Şîroveyên di medya Fransa de radigihînin ku Amerîka bi vekişîna ji bakurê Sûriyê dê “Wê Kurdan dijî operasyona Tirkîyê bi tenê bihêle”
Serokê Amerîka Donald Trump diyar kiribû ku Tirkîye dê dijî bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê bike û gotibû ku ew ê piştgirîyê nedin wê operasyonê lê nebin asteng jî.
Trump piştre dabû zanîn ku ger Tirkiye de dijî bakurê Sûrîyê ‘sînoran derbaz bike’ ew ê aborîya wî welatî hilweşîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin