Fransa: Zarokên ji 17 salî biçûktir ger bikevin çalakiyan wê malbatên wan ceza bibin

01 July 2023 23:56 0 dîtin
Fransa: Zarokên ji 17 salî biçûktir ger bikevin çalakiyan wê malbatên wan ceza bibin

PeyamaKurd – Piştî kuştina xortê 17 salî yê li Fransayê ji aliyê polîsan de, çalakiyên herifîner ranawestin. Heya niha li dora 2 hezar kes di bin çav de ne. Qereqol, avahiyên dewletê, dibistan, erebe û kargeh hatine şewitandin. Wezîrê dadê yê Fransayê Eric Dupond-Moretti ji bo tevger rawestin gelek hewlan dide û got; eger zarokên ji 17 salî biçûktir bin û bikevin nava çalakiyan, wê malbatên wan ji wan berpirs bin. Her weha ji ber berpirsiyariya malbatan, dadgeh dikarin 2 sal cezayê zîndanê bidin malabatan û hem dikarin heya 30 hezar Evroyê cezayê pere bidin wan. Wezîrê dadê weha got:

“Kesên tevlî tevegeran dibin di ser platformên medya civakî de organize dibin, ji ber wê rayedarên darazê dikarin jimarên IP yên bikaranîneran bixwazin. Wê karibin bi vî rengî kesên tevlî bûyeran bûne tesbît bikin. Di destê me de agahî hene ku di ser medya weka Shapchatê xwe birêdixin.

Yanî temenên wan 13, 14, 15, 16 an 17 saliye. Tu li, malî û te di ser Snapchatê de tişnan şand. Wê hesabê te jê bibin, wê tesbît bikin û te ceza bikin. Divê yekser em aram bibin û ew çend bese. Êdî dayaxa me nema. Divê dê û bav exlaqen ji zarokên xwe berpirs bin.”