Fuad Hisên: Îran nikare bi Tel Avîvê li Hewlêrê dide
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, di derbarê êrîşa rejîma Îranê ya li dijî Hewlêrê de ji CNNê re peyivî. Husên anî ziman ku Îran nikare li Tel Avîvê bixe, ji ber wê yekê rêya xwe li Hewlêrê dibîne û êrîşî Hewlêrê dike.
Husên dilgiraniya xwe ya ji ber êrîşa rejîma Îranê destnîşan kir û got: "Iraq û Herêma Kurdistanê berdêla aloziyên navbera Washington û Tehranê didin. Ji ber wê yekê Tehran êrîşî Hewlêrê dike."
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Swîsreyê li civîna Davosê di hevpeyvîna bi CNNê de got: “Cihê mixabiniyê ye ku di navbera Washington û Tehranê de alozî heye. Niha aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de jî heman bandorê li ser Iraqê kirine. Ev êrîş, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê yekê me tedbîrên cûrbecûr girtin û em çûn New Yorkê û me li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) giliyê Îranê kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin