Fuad Hisên: Iraq daxwaza bicîhkirina astiyeke yekcarî li Rojhilata Navîn dike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di 4. Korbenda Aştî û Ewlehiiya Rojhilata Navîn (MEPS 2023) de li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê balê kişand ku Rojhilata Navîn, wek qad û rûyê rûdana alozî û tundiyan e, loma jî sazkirina aramiyê li Rojhilata Navîn zehmettir e. Lê ew wek Iraq daxwaza ku nakokî û alozî bi dawî werin dikin û ji bo şerê Îsraîl - Hamasê jî bangewaziya agirbestê dikin da ku korîdora alîkariyan jîbê vekirin.
Fuad Husên axaftina xwe wiha berdewam kir : "Em daxwaza aştiyeke yekcarî û cîgir li Rojhilata Navîn dikin. Me banga agirbesteke yekcarî li Xezeyê kiriye. Iraqê di çarçoveya siyaseta xwe ya derve û hevahengiya bi welatan re daxwaz kiriye şerê li Xezzeyê raweste, korîdora mirovî ya ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkê Xezzeyê bê vekirin. Iraqê her tim alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê dişîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin