Fuad Husên: Serên demdirêj ên li Xezze û Lubnanê derfetan dide rêxistinên terorîst
PeyamaKurd – Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku dibe ku berbelavbûna şerê li Xezze û Lubnanê bo herêmê bibe sedema derketina rewşeke ku rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞê bi kar bînin.
Fuad Husên di gotara xwe ya di civîna wezîrên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ku roja 30.09.2024ê li Washingtonê birêve çû, ragihand ku divê Iraq xwe ji şerê li herêmê dûr bixe.
Husên herwiha hişyarî da ku şerê Xezze û Lubnanê wê li herêmê belav bibe û rewşek kaotîk çêbike ku rêxistinên terorîstî yên wek DAIŞê bikarin bikar bînin û wê bibe sedema xirabtirbûna rewşa mirovî û zêdebûna hejmara penaberan.
Fuad Husên dilgiraniya xwe derbarê rêxistinên terorîst ên ser bi DAIŞê ve ku medyaya civakî ji bo belavkirin û damezrandina ramanên xwe bi kar tînin, nîşan da û tekez kir ku divê şerê rêxistinê ne tenê li meydanê, lê li ser torên medyaya civakî jî bê kirin û hişyarî da. bikaranîna bêkontrol a platformên medyaya civakî dikare metirsiya terorê zêde bike.
Fuad Husên bal kişand ser girîngiya hevahengiya di navbera welatên endamên hevpeymaniyê de ji bo rûbirûbûna DAIŞê bi her awayî û di nav wan de înternetê, ji bo bidestxistina serkeftineke berfireh li dijî terorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin