Fuad Husên: 18 hezar berhemên dîrokî hatin vegerandin
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, di vekirina Foruma Şaristaniyên Kevnar a 6emîn ku li paytexta Iraqê Bexdayê hat lidarxistin de axivî û da zanîn ku bi hezaran berhemên dîrokî yên bi qaçaxî hatine birin, car din hatine vegerandin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên diyar kir ku şaristaniyên Iraqê berê rastî metirsiyên curbecur hatine û got,
"Destê terorê di wêrankirina abîdeyên şaristaniyê de heye. Lê belê ev kiryarên terorîstî nikarin dîrokê ji holê rakin."
Wezîr Husên di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji bo rawestandina sabotajên li dijî berhemên dîrokî hewil dide û ew hêvî dikin ku ji bo vegerandina berhemên dizî hevkariya dualî xurtir bikin û zêdetirî 18 hezar berhemên dîrokî yên bi qaçaxî ji bo Iraqê hatine vegerandin.
Wezîr Fuad Husên di derbarê dem û berhemên ku hatine vegerandin de agahî parve nekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin