Fuad Husên: Ti astengî li pêsiya hinardeya petrola Kurdistanê nemaye!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku ti asteng li pêşiya hinardekirina petrola Kurdistanê bo derve nemaye.
Husên got ku ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê lihevkirin çêbûye û ji ber hin hevdîtinên ligel kompaniyên petrolê dikirin, hinardeya petrolê bi derengî ketiye.
Fuad Husên anî ziman ku ew doh 2yê Gulanê ligel Wezîrê Petrolê yê Iraqê re civiyaye û got: “Hemû kar temam bûne û bi kompaniyan re lihevkirin çêbûye. Ev jî tê wateya ku Herêma Kurdistanê û Iraqê lihev kirine. Hem bi herêma Kurdistanê re hem jî bi kompaniyên biyanî re li hev kirine. Niha jî gihîştine qonaxa hevdîtinên şanda hevpar a Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê re.”
Herwiha Husên got ku ji bo hinardeya petrolê dest pê bike, divê Iraq nivîsa fermî ji Tirkiyê re bişîne ku hîn nehatiye şandin.
Husên da zanîn, heta bicihkirina yasaya budçeyê divê Bexda mehane 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin