Fûad Huseyn û Hakan Fidan daxwuyaniya hevpar dan
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyn ragihand ku bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re li ser mesela îxracata petrola Kurdistanê ku îxracê lîmana Ceyhan a Tirkiyê bikin axifîne. Huseyn got:
“Em girêdayê destûra Iraqê ne û îznê nadin ku ti rêxistin axa Iraqê bikarbîne û êrîşê welatekî dinê bike. Seredana hemkarê min Hakan Fidan cara yekeme ku seredana Bexdayê dike. Me bi hevre civînekî pratik û girîng di derbarê têkiliyên Iraq û Tirkiyê de kir. Bi Tirkiyê re hecma bazirganiya me bilez pêşde çû û her diçe, pêşdetir diçe.
Hakan Fidan jî got ku bende ne Iraq ji ber egera biratiyê PKK ê bi fermî wek rêxistina terorê nasbike.
Huseyn li ser mijara avê û guherîna kêşûhewayê ragihand ku her dû welat jî di mijarê de piştkulin û behsa dosya avê kir:
“Ev rewş çandiniyê û xelkê Iraqê tehdîd dike. Ji bo em bi krîzê re serî derên divê bi Tirkiyê re koordînasyonê bikin. Divê Iraq ji avê parekî adilane bistîne û me vêya pêşniyarî Fidan kir.”
Huseyn, her weha got ku li ser dosya hebûna leşkerên Tirkiyê li Iraqê û herêma Kurdistanê axifîne.
Huseyn ragihandiye ku li Tirkiyê 700 hezar Iraqî hene û ji bo hêsankirina vîza wan axifîne.
Wezîr Hakan Fidan jî di axaftina xwe ya di daxwuyaniya çapemeniyê de weha got:
“Dewleta me di siyaseta derve de girîngiyê dide dewleta Iraqê. Parastina yekîtiya axê û yekîtiya siyasî ya Iraqê ji bo me berya her tiştiye. Em Iraqê ji bo hedefên xwe yên stratejîk bicîh bînin, hevkar dibînin.
Em girîngiyê didin têkiliyên âborî yên bi Iraqê re. Niha miqdarê bazirganiya me li dora 25 mîlyar dolariye. Lê li gor potansiyela heye kêm e. Ji bo zêdekirinê pêngav tên avêtin. Ji bo bazara bazirganiyê nekeve astengiyê em axifîn. Di avêtinba pêngavan de em gihan fikrên hevpar.
Em destekê didin ‘Proja Rêya Geşepêdanê’ ya ku serokwezîr Muhammed Şiya es-Sudani serpereştiya wê dike. Ev proja han wê Iraqê bike beregeha gihandinê. Em bang li dewletên herêmê dikin ku destekê bidin vê projê.
Têkoşîna bi terorê re di rojeva me de bû. Dijminê hevpar PKK divê zerarê nede tekiliyên me û em îznê nedinê. PKK gelek gundên Iraqê îşxal kiriye. Korîdora terorê ya navbera Sûriyê û Iraqê dixwaze bigihîne hev. Em Iraqê li hemberê PKK ê destek dikin û dixwazin Iraq bi fermî PKKê weke rêxistina terorîst nasbike.
Em mijara avê ji nêz de dişopînin. Mijareka miroviye. Ziwahiya îro ya herî xetere. Di mijara avê de weke zanistî divê em bi hevre berdewamî hevkariyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin