General Mezlûm û sanda ENKSê civiyan: Mijarên siyasî û leskerî...
PeyamaKurd - Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro 10ê Mijdarê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî re hevdîtinek pêk anî ku di hevdîtinê de ligel mijarên yekrêziya aliyên siyasî mijarên leşkerî jî hatin axaftin.
Hat ragihandin ku şanda Konseya Serokatiya ENKSê li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî re hevdîtin pêk aniye û ew civîna li ser hewlên nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê erênî derbas bûye.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê di civîna ENKS û Mezlûm Kobanî ji bilî mijarên lihevanîna aliyên siyasî, li ser mijara yekxistina hêzên leşkerî jî hatiye axaftin.
Herwiha li gorî nûçeya Rûdawê jî Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê Tahir Hesaf gotiye, serokayetiya ENKSê têbîniyên xwe pêşkêşî Mazlûm Kobanî re kirine ji bo ku PYD, Rêveberiya Xweser û ENKS lihev bikin.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dabû xuyakirin ku ew bi berdewamî ligel General Mezlûm Kobanî di pêwendiyê de ye û çend caran bi hev re civiyane û daxwaza lihevkirinê li aliyên siyasî yên Rojava kiribû.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesûr Barzanî jî doh di serdana xwe ya kampa Berdereş a koçberên Rojavayê Kurdistanê de, soz dabû koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ew dê hewl bidin ku çareseriyeke siyasî ji bo Rojavayê Kurdistanê pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin