Generalên Amerîkî besdarî tetbîqata leskerî ya li Ermenistanê bûn

15 September 2023 19:07 0 dîtin
Generalên Amerîkî besdarî tetbîqata leskerî ya li Ermenistanê bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Fermandarê Amerîkî yê lîwaya 10 a Amerîkayê General Gregory Anderson û Patrick Ellis ji bo şopandina tetbîqata hevpar gihîştine paytexta Ermenistan Êrîvanê.

Balyozxaneya Amerîka ya Ermenistanê hatina fermandarên amerîkî bo Erîvanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand û diyar kir, wê fermandarên artêşa Amerîkayê çavdêrniya tetbîeqata "Eagle Partner 2023" ligel artêşa Ermenistanê tê kirin bikin.

Hêjayî gotinê ye, demên dawî di rageşiya Ermenistan-Azerbaycanê de, Erîvan rexneyên tund li Rûsyayê digire û dixwaze li şûna Rûsyayê êdî di warê ewlehiyê de ji welatên Rojava piştgiriyê bistîne.