Goreke din a komî li Sengalê hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzî Şengalê goreke komî ya nû ya serdema DAIŞê ya ku di navbera salên 2014-2017an de herêm dagir kiribû, hatiye dîtin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê de hat ragihandin, di encama kolandina li gundê Hemedan ê Şengalê de di 4 gorên komî yên serdema DAIŞê de, hestiyên nêzî 30 kesan hatin dîtin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, cenazeyên ku hatine dîtin aîdî Kurdên Êzîdî ne ku di sala 2014an de ji aliyê rêxistinê ve hatine qetilkirin û cenazeyên ku li 4 herêmên cuda hatine dîtin ji bo tespîtkirina nasnameyan şandin tiba edlî.
KOMKUJIYA ŞENGALÊ
Rêxistina DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengala ku Kurdên Êzidî lê dijîn kir û bi hezaran Êzîdî qetil kirin, di gorên komî de defin kirin û bi hezaran jî revandin.
Rizgariyên DAIŞê ku piraniya mêrên Êzîdî yên ku revandibûn, îdam kirin û jin û keçên wan firotin bazara koleyan, bi rêya vegotina bûyerên qewimî ji rêxistinên navdewletî û rêxistinên sivîl re, dengê xwe ji cîhanê re ragihandin.
Çarenivîsa derdora 3000 Kurdên Êzîdî hîn ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin