Gotinên skandal ên Cubbeli! Li her cihê ku Partiya DEMê herî zêde dengan bi dest dixe, bila Ereb bên bicihkirin!

16 May 2024 10:16 0 dîtin
Gotinên skandal ên Cubbeli! Li her cihê ku Partiya DEMê herî zêde dengan bi dest dixe, bila Ereb bên bicihkirin!

PeyamaKurd – Ahmet Mahmut Unluyê ku di raya giştî de wek "Cubbeli Ahmet Hodja" tê naskirin, di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdar bû de ji ber daxuyaniyên xwe yên skandal rastî bertekan hat.

Cubbeli Ahmet di bernameyê de derbarê pirsgirêka penaberan de axivî û diyar kir ku dewlet nikare vê pirsgirêkê baş birêve bibe û bi mînaka PKKê diyar kir ku divê 'penaberên' tên Tirkiyeyê li bajarên ku Kurd lê dijîn bên bicihkirin.

Di daxuyaniyên skandal ên Cubbeli Ahmet de ev tişt hatin gotin:

“Ji nişka ve Stenbol bû 1 milyon. Ev dikarin li wîlayetên ku dengên PKK lê zêde bûn bên danîn. Dewlet dikaribû bi kevirekî sê çûkan bikuje. Hikûmet dikaribû wan li cihekî ku bi rehetî lê bijîn bi cih bike. Ya duduyan, êdî nebêjin nijadperestî, dengên PKKê zêde ne û ev şaredarî herêmên azadkirî ne.

Tenê DEM ji vir tê. DEM bi Erebî tê wateya xwînê. Tenê teror ji vir tê. Ev tiştekî mezin e û plansaziya nifûsê ye. Şikir ji Xwedê re, Ereb jî miletekî bi bereket in. Gelek tişt wê biguherin" û îfadeyên nijadperestî kir. <

>

Ev gotinên Cubbeli Ahmet li ser medyaya civakî bi tundî hatin rexnekirin.