Graham: Emê ‘cezayên bo dagirkeriya Tirkiyê’ bixin rojeva senatoyê

04 December 2019 16:10 0 dîtin
Graham: Emê ‘cezayên bo dagirkeriya Tirkiyê’ bixin rojeva senatoyê

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê Komarî Lindsey Graham, li ser sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de, diyar kir ku êdî dema wê hatiye û hefteya pêşiya me jî proje yasaya dorpêçen ser dagirkeriya Tirkiyê ya Rojavayê Kurdistanê dişînin ber senatoyê.

Graham got, “Min hewil da ji bo çareserkirina mijara S-400an di navbera Tirkiye û Koşka Spî de demê bidim. Lê xuyaye prose bipaş de diçe. Proje yasaya dorpêçan a ji Encûmena Nûneran derbas bûye bi S-400an re ne eleqedar e, bi dagirkeriya Tirkiyê ya Sûriyê re eleqedar e.”

Senator Graham ragihand ku dê versîyoneke proje yasaya dorpêçan a 29ê Cotmehê li Encûmena Nûneran hatiye pejirandin, hefteya pêşiya me bixin rojeva senatoyê û got, 'tercîha min ew e ku proje yasayê bêyî ti guhertinê derbas bikin û bişînin ber îmzeya serok.'

Graham herwiha da zanîn ku proje yasaya wan amade kiriye ya herî baş e û ew dê li ser tiştên ku bê kirin jî li benda helwesta Serokê Komîsyona Derve ya Senatoyê James Risch bin.

Graham, dixwaze ji bo kirîna S-400ên rûsî jî Tirkiye were cezakirin.