Greenpeace: Çi karê balafirên Tirk bi sensorên Almanya li Turkmenistanê heye?

04 December 2021 21:43 0 dîtin
Greenpeace: Çi karê balafirên Tirk bi sensorên Almanya li Turkmenistanê heye?

PeyamaKurd – Greenpeace ragihand ku balafirên ji aliyê Tirkiyê de hatine çêkirin û di wan de sensorên Almanya hatine bicîhkirin yên bi navê Bayraktar TB2 SİHA hatiye tesbîtkirin ku li Turkmenistanê hatine bikaranîn. Rêxistina Greenpeace ji Almanya xwest ku rejîmên zordarin bila alavên leşkerî nefroşin wan. Greenpeace got ku li Turkmenistanê balafirên bê mirov yên Bayraktarê bi sîstema malê Alman yê elektro optik sensorê hatiye kemilandin.

Li gor tesbîta Greenpeace, sensorên di balafirên Tirkan de hatine bikaranîn, ji aliyê şîrketa Almanya Hensoldt ê de ji aliyê şaxê wê yê li Afrîka ji aliyê Hensoldt Optronics Pty de hatiye hilberîn û firotine Tirkiyê.

Li gor texmîna Greenpeace, piştî Kanada firotina sensoran ji bo Tirkiyê qedexe kir, vê carê şîrketa Alman Hensoldt ket dewrê û malê xwe firot Tirkiyê.

Şîrketa Tirkiyê ya ku Bayraktaran hildiberîne di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandibû ku Bayraktaran difroşin 13 welatan lê navê wan welatan aşkera nekiribû.

Hukumeta Almanya şirîkê şîrketa ya Hensoldt Optronics Pty ye ku li Afrîkaye û %25,1 wê yê hukumeta Alman e.