Guaido hevkariya artêsa Amerîkayê xwest û nûnerê xwe jî erkdar kir
PeyamaKurd – Juan Guaidoyê Serokê Meclîsa Netewî ya Venezuelayê ku xwe wekî serokê demkî yê welatê xwe li dijî Nicolas Maduro ragihandiye, got ku wî ferman daye nûnerê xwe daku hevkariyê bi artêşa Amerîkayê re bikin.
Guaido di mîtinga li meydana Alfredo Sadel a protestokirina rêveberiya Nicolas Maduro de ragihand ku wî ferman daye nûnerê Venezuela yê Amerîkayê Carlos Vecchio daku bi Fermandarê Başûr ê Amerîkayê Craig Faller re hevdîtinê bike.
Guaido ji nûnerê xwe xwest ku hevkariyê ligel artêşa Amerîkayê bike, lê derbarê naverokê de ti agahî nedan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin