Guardian: ‘Sûriyeyî rûbirûyî xeterên herêma ewle ya Erdogan dibin’
PeyamaKurd – Rojnameya Brîtanî The Guardian, li ser plana Erdogan a ‘Herêma Ewle’ li Rojavayê Kurdistanê nûçe-analîzek belav kir ku bi sernavê; ‘Sûriyeyî rûbirûyî xeteriyên herêma ewle ya Erdogan dibin’ hatiye weşandin.
Di nûçe-analîza ku ji aliyê Bethan McKernan ve hatiye nivîsandin de, bi zarê koçberekî Sûriyê bi navî Îbrahîm Hamad tê gotin ku ew yek ji wan kesên herî bi siûd e ku piştî 5 salan vegeriyaye ser mala xwe û xaniyê wî hê jî li ser piyan e.
Dîsa tê diyarkirin ku piştî Girê Spî ji aliyê artêya Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, rewşa wê vegeriyaye 5 sal berê ku di destê DAIŞê de bû, lê dema kontrola HSDê gelek guherîn li wir çêbûne.
Hamad ji Guardianê re dibêje, ji ber ku bihîstiye mala wî nehatiye hilweşandin û dibistan dê werin vekirin ji bo zarokan, wî biryara vegerê daye.
“Plana Erdogan: Projeyeke mezin!”
Li gorî The Guardianê Hamad bi dilxwazî vegeriyaye, lê gelek kesên din jî ji rojnameyê re diyar kirine ku kêm kes bi dilxwazî vedigerin cihên ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve têne kontrolkirin ku li gorî çavdêrên mafên mirovan jî ew herêm hê jî gelekî dûrî ewlebûnê ye.
Di nûçe-analîza The Guardianê de daxuyaniyên Erdogan ên li Forûma Penaberan a li Cenevreyê têne bibîrxistin ku dibêje, di navbera Serêkaniyê û Girêspî de wan herêmeke bi kûrahiya 30 kîlometrî xistiye kontrola xwe ku 371 hezar koçber vegeriyane û dê 600 hezarên din jî vegerin.
Guardian dibêje, Erdogan plana xwe wekî ‘Projeya Mezin’ bi nav dike û bi gotina Erdogan dide xuyakirin, ‘Dê wekî mînak di dîrokê de cî bigire. Wê bêjin Tirkiyê ev bajar ji bo penaberan ava kiriye.”
“Wekî dubereya tevgerên zordarî yên li Efrînê ye’
Ji Human Rights Watch (HRW) lêkolera Sûriyeyê Sara Kayyali jî ji rojnameyê re axiviye û gotiye: “Li gorî tiştên ku me heta niha dîtine, ji bo hinek kesan destûra çûnûhatina serbest tê dayîn, lê ji bo hinekan jî nayê dayîn. Ev ji me re wekî talankarî, wêrankarî û girtinên zorbeyî yên mîna dubareya Efrînê xuya dike.”
Di berdewama analîzê de tê gotin ku Enqerê bi hinceta PKKê ew operasyon pêk anî û mebesta wî jî ew bû ku şervanên Kurd ên Amerîka piştevaniya wan dike paqij bike.
‘Tirkiye bi guhertina demografîk û qirkirina etnîkî tê tawanbar kirin’
Herwiha wekî armanca duyem a Tirkiyê jî wekî ku Erdogan dibêje, bicihkirina 2 milyon penaberan li wê herêmê ye ku beşeke mezin a wan penaberan jî yên ku ji Heleb, Dêrazor û herên jêr kontrola hikûmeta Sûriyê derketine ne.
The Guardian bibîr dixe ku bi taybet rêxistinên mafparêz û Kurd vê yekê wekî paqijiya etnîkî û mihendisiya guhertina demografîk dinirxînin û Tirkiyê bi derxistan Kurdan ji malên wan, dagirkerî û talankirinê tawanbar dikin.
Nûçe-analîza Guardinê bi gotinên penaberekî Suriyeyî yê li Entab (Dîlok) Mîlad, bidawî dibe ku dibêje, “Heger em vegerin jî Sûriyeya di bin kontrola Tirkiyê de, wê herî kêm bi qasî Tirkiyê bihayî lê hebe û em hê jî bi mûçeyên Sûriyê debara xwe dikin. Yên ku gefa herî zêde li ser wan heye jî penaberên ku bi rêyên qaçaxî hatine Tirkiyê ne. Tirkiye wan dersînor bike, cihekî serî lê bidin jî nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin