Gundê xwe xistin karantînayê û nahêlin kes têkeve hûndir!
PeyamaKurd – Li navçeya Siwêregê ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, xelkê gundê Gergerê ku 13 mal û 85 nefer hene, bixwe karantîna danîn ser gundê xwe.
Gundiyan li çend rêgehên gund tabelayên ku li ser nivîsa ‘Baldar bin! Em ji ber petayê (pandemî) serdanvanan qebûl nakin.’ Danîn.
Xelkê gund nahêle kesên biyanî bikevin gundê wan û herwiha bi awayekî xwebexşî nobedariyê dikin daku kesek ji derve neyê.
Gundiyan rojnamevanên ku xwestin ji bo nûçeyê çêkin biçin cem wan jî nexistin nav gund.
Rûniştvanên gund dibêjin, wan ji bo kesek ji derve nexweşiya korona neyîne gundê wan ev biryar wergirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin