Guterres: Gelên Lubnan, Îsraîl û dinyayê nikarin Xezeyeke nû ragirin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di 79. Civata Giştî ya NY de gotara vekirinê pêşkeş kir û bal kişand ser şerê dawî yê Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê ku Îsraîlê êrîşên berfireh di çend rojên dawî de dane destpêkirin.
Guterres got, “Lubnan li keviya kendalê ye. Gelê Lubnanê, gelê Îsraîlê û gelên dinyayê Xezeyeke nû nikarin ragirin.”
Antonio Guterres, hişyarî da lîderên welatên cîhanê û banga çareserkirina kêşeyên navdewletî kir û xwest bilez bikevin tevgerê.
Guterres, sala 2024an weke saleke pir girîng bo mirovahiyê nirxand û da zanîn, wê zêdetirî nîvê dinyayê biçe ser sindoqên hilbijartinê û biryarên bên dayîn jî wê bandorê li tevahiya mirovahiyê bike.
Sekreterê Giştî yê NY bal kişand ser şerê Rojhilata Navîn got: “Xeze kabûseke tevahiya herêmê tehdît dike ye. Ji bilî Lubnanê li cihekî din nenêrin.. Lubnan li keviya kendalê ye. Gelê Lubnanê, gelê Îsraîlê û bi tevahî gelên dinyayî Xezeyeke nû li Lubnanê nikarin ragirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin