Guterres: Kampa Holê mîna 'bombeyeke teqandinê' ye
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi kesên ji Kampa Holê vegeriyan re hevdîtin kir.
Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji bo Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojava ku malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, gotina "bombeya teqandinê" bi kar anî.
Antonio Guterres di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de bang li welatên hemwelatiyên wan li Kampa Holê hene kir, da ku welatiyên xwe paşve vegerînin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, "Ez îro li Iraqê bi kesên ku ji Kampa Holê ya li Sûriyeyê vegeriyan re civiyam."
"Ji vir, ez dixwazim ji hemî welatên ku hemwelatiyên wan hene re peyamekê bişînim: Ew hewce ne ku hewildanên xwe zêde bikin da ku vegerandina bi ewle û bi rûmet a hemwelatiyên xwe hêsan bikin."
Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê 13 kîlometre dûrî Iraqê ye û tê texmînkirin ku derdora 70 hezar endamên DAIŞê li kampê mane.
Kampa Holê ku 20 hezar jin û 50 hezar zarok lê dijîn, 400 kesî diparêzê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin