Hêza girêdayî Wezareta Pêsmerge rê neda Hesda Seibî

25 August 2024 13:01 0 dîtin
Hêza girêdayî Wezareta Pêsmerge rê neda Hesda Seibî

PeyamaKurd – Piştî ku hêzeke mezin a milîsên Heşdî Şeibî îro Yekşemê li sînorê nehiyeya Kuleco ya Germiyanê bi destûra YNKê pêşde hat û dest danî ser qadeke berfireh, hêzên Pêşmerge yên girêdayî Wezareta Pêşmerge neçarî vekişînê bûn.

Li gorî zanyirayin, dema hêzên Heşdî Şeibî hatine deverê ji Hêzên Pêşmerge re gotine, Heşdî Şeibî li gel YNKê rêkeftin kiriye û bi wî awayî hatine navçeyê. Lê belê hêzên Pêşmerge yên girêdayî Wezareta Pêşmerge hêza Heşdî Şeibî dorpêç kirine û nehiştine ew çeperan lê bidin.

Hate zanîn, ji ber ti hemahengiyek li gel Wezareta Pêşmerge nebûye û pêşdehatina wê hêza Heşdî Şeibî neyasayî bû û li derveyî rêkeftinê bû, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew hêzên milîs neçar kirin ku paşde xwe vekişin ku bi rêkeftina li gel YNKê ve hatibûn navçeyê.

Alîkarê Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Bextyar Bêserî jî piştî bûyera hatina hêzên Heşdî Şeibî gotibû, “Wezareta Pêşmergeyan ew agahdar kirin ku bi Bexdayê re axivîne. Heşdî Şebî dê heta 2-3 saetan ji wê derê vekişe lewra bê agahdarjsusı hatine."