Hêza Hewayî ya Rûsyayê derbarê Helebê de daxuyanî da
PeyamaKurd – Hêza hewayî ya Rûsyayê diyar kir ku ew li gel artêşa Sûriyeyê operasyona xwe ya ji bo şikandina êrîşên Heyet Tahrir Eş-Şam (HTŞ)yê didomînin.
Alîkarê Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan a Rûsyayê li Sûriyeyê, General Oleg Îgnasyûk di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên esmanî yên Rûsyayê li gel hêzên hikûmeta Sûriyeyê operasyona xwe ya ji bo şikandina “êrîşên terorîstan” li parêzgehên Heleb û Idlibê didomînin.
Îgnasyûk got: “Navenda Lihevanînê ya Aliyan a li Sûriyeyê dibîne ku rewşa Komara Erebî ya Sûriyeyê gav bi gav ber bi xirabbûnê ve diçe ji ber êrîşa hevbeş ya rêxistina terorîst a Eniya Nusra û çekdarên din ên opozîsyona tundrew li dijî çeperên hêzên hikûmeta Sûriyê li Heleb û Idlibê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin