Hadî Amirî serdana Hewlêrê dike û bi Serok Barzanî re dicive
PeyamaKurd – Li demeke ku krîza siyasî ya li Iraqê berdewam dike û Tevgera Sedir banga xwepêşandanên milyonî kiriye, şandeke Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê bi serokatiya Hadî Amirî serdana Herêma Kurdistanê dike û bi Serok Mesûd Barzanî re dicive.
Li gorî zanyariyan, îro 14ê Tebaxê şanda Çarçoveya Hevahengiyê bi serokatiya Hadî Amirî serdana Hewlêrê dike û bi Serok Mesûd Barzanî re rewşa siyasî ya Iraqê û rêyên derketina ji qeyrana siyasî gotûbêj dike.
Çarçoveya Hevahengiyê ji Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî ya bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.
Hadî Amirî duh 13ê Tebaxê jî li Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiyabû û li ser rewşa Iraqê, civîna parlamentoyê ji bo hilbijartina Serokomar û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê axivîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin