Hakan Fîdan bi Falih Feyaz û Xemîs Xencer re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Enqereyê bi Falih Feyaz ê Serokê Desteya Heşda Şebî û Xemîs Xencer ê Serokê Hevpeymaniya Siyadê re civiya.
Li gor zanyariyan, berî sê rojan û di 4ê Cotmeha 2023yan de, Sabit Ebasî yê Wezîrê Bergiriyê yê Iraqê bi serdaneke fermî gihiştibû Enqereyê û bi Yeşar Gulerî yê Wezîrê Bergiriya Tirkiyeyê re civiyabû. Li gor ragihandina Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê, “di wê civînê de, qala arîkariyên dualî di warê pîşesaziya serbazî û bergiriya dualî û herêmî hatiye kirin.”
Hat ragihandin: “Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê tekezî li ser wê yekê kiriye ku pêwendiyeke dîrokî û civakî ya bihêz a Tirkiyê û Iraqê heye, û qala giringiya pêşxistina arîkariyên di navbera wan de kiriye bi avêtina gavên hevpar, taybet di warê berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya sinorî de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin