Hakan Fîdan bi Lavrov re civiya

12 January 2025 22:02 0 dîtin
Hakan Fîdan bi Lavrov re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re geşedanên li Sûriyê gotûbêj kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin girtin, Hakan Fîdan îro Yekşemê 12.01.2025ê bi hevtayê xwe yê Rûsyayê Lavrov re bi telefonê axivî.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê, ewlehiya enerjiyê û rewşa Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.