Hakan Fidan bi qralê Urdinê Abdullahê II. re hevdîtinekî kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan ji bo seredaneka fermî çû Urdinê û bi qralê Urdinê Abdûllahê II. re li qesra El Huseyniye ya Urdinê hevdîtinê kir. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Tirkiyê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Wezîrê me Hakan Fidan ji terefê qral Abdullah II. de hat qebûlkirin.”
Di ser hesabê medya civakî ya fermî ya wezaretê de tenha ev agahî hat ragihandin lê li gor medya dinyayê, Fidan, bi taybetî li ser mijara Xezzayê rawestiya ye û bi qral Abdullah II.re mijarê axifiye.
Qral Abdullah jî hewlên Tirkiyê yên ji bo rawestandina şerê navbera Hamasê û Îsraîlê bilind nirxandiye

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin