Hakan Fîdan bi Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê re civiya

18 April 2024 08:32 0 dîtin
Hakan Fîdan bi Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di hevdîtina xwe ya bi Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye ya li Qeterê, mijarên alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê, agirbest û rehîneyan nirxand.

Li gorî nûçeyê, Hakan Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya Qeterê de do (17.04.2024) bi Heniye û şanda pê re civiya.

Di hevdîtina ku bi Haniye û Fîdan re hat kirin de mijarên wekî alîkariya însanî ya ji bo Xezzeyê, agirbest û rehîneyan hatin nirxandin.