Hakan Fîdan bi Serokwezîrê Filistînê Abbas re axivî

08 June 2024 14:01 0 dîtin
Hakan Fîdan bi Serokwezîrê Filistînê Abbas re axivî

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên dîplomatîk; Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Serokwezîrê Filistînê û Wezîrê Derve yê Filistînê Muhammed Mistefa re bi telefonê axivî.

Di axaftinê de Civîna Awarte ya Konseya Wezîrên Karên Derve yên D-8 a derbarê Xezzeyê ku wê îro li Stenbolê bê lidarxistin û rewşa dawî ya Filistînê hatin nirxandin.

Civîna Awarte ya Lijneya Wezîrên Karên Derve ya di çarçoveya D-8 de ku yek ji platformên girîng ên navneteweyî ye ku Tirkiye pêşengiya wê dike, îro li Stenbolê tê lidarxistin.

Di civînê de tê payîn ku Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar, Wezîrê Derve yê Endonezyayê Retno Marsûdî, Wezîrê Derve yê Malezyayê Mihemed Hesen, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqerî û Wezîrê Karûbarên Civakî yê Bengladeşê Dîpû Monî û berpirsên payebilind ên Misir û Nîjeryayê beşdar bibin.