Hakan Fidan bi wezîra karên derve ya Kanadayê Joly re hevdîtin kir

15 May 2024 21:08 0 dîtin
Hakan Fidan bi wezîra karên derve ya Kanadayê Joly re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi hemkara xwe ya Kanadayê bi Mélanie Joly re li payîtexta Tikiyê li Ankara civiya. Di civînê de her wezîr bi taybetî civîn kirin û piştî civînê di navbera heyetan de civîn hat kirin.

Li gor ragihandina medyayê; civîna her dû wezîran û heyetên wan ket roja salvegera 81em ya her dû dewletan ku têkiliyên wan yên dîplomatîk çêbûbûn. Her du dewlet di seha otomotîv, deryavanî û danûstendinan de, dê hevkariyê bikin.

Niha hecma bazirganiya navbera her dû dewletan li dora 3 milyar dolare û dixwazin di wextekî kurt de hecma bazirganiya xwe derxin 5 milyar dolarî.

Civîna komita bazirganiyê û aboriyê ya navbera Tirkiyê û Kanadayê (JETCO) di sala 2019an de hatibû kirin û niha bende ne ku wextê pêşaya me de car din bibe.