Hakan Fidan: Eger çareser nebe wê serê li Xezzeyê ne yê dawî be
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, di derbarê şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezzeyê de got: "Ev şer wê ne yê dawî be."
Hakan Fidan hêrişên Îsraîlê yên li dijî Hemasê yên li Xezzeyê wek "trajedî" pênase kir û got: "Eger em ji trajediya li Xezeyê dersan wernegirin û ji bo çareseriya du dewletî tevnegerin, ev şer wê ne yê dawî be û wê şer û rijandina hêstirên din jî li benda me bin."
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Fidan her wiha anî ziman ku divê ew Îsraîlê ji bo vegera li sînorên 1967an vexwînin û got: "Ne tenê Hamas, hemû Filistînî jî qebûl dikin ku divê dewleta Filistînê li ser esasê 1967an bê avakirin. Divê Îsraîl ve yekê qebûl bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin