Hakan Fidan: “Heya PKK hebe, wê hebûna me ya li Sûriyê dewam bike”
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan tevlî celseya budça wezareta karên derve ya Tirkiyê bû û di meclisa Tirkiyê de li ser rexneyên cîgira serokê grûba partiya DEMê Meral Danış Beştaş bersiva wê da. Hakan Fidan got:
“Ne raste ku em operasyonên derveyê sînorên Tirkiyê û bûyerên li Xezzayê qiyas bikin. Ez bi salan di nav tevgerên derveyê sînor de bûm. Ti carî sîvîl jiyana xwe ji dest nedan. Heya hebûna PKKê ya çekdar dewam bike, wê xebatên me yên wê derê dewam bikin.
Dema em endamên rêxistinê dixin nav hedefa xwe, em xebatekî hûr û dirêj dikin. Her kesê ku me ji nav biriye, heya niha ti kes negotiye ku ew kes ne mirovê rêxistinê ye. Tev endamên rêxistinê bûn. Ne bi diziye, tev aşkerane. Navê hemûyan di rojnaman de dertên.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin