Hakan Fîdan li Dohayê bi Îsmaîl Heniye re civiya

09 June 2024 19:48 0 dîtin
Hakan Fîdan li Dohayê bi Îsmaîl Heniye re civiya

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Qeterê bi Serokê Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye re hevdîtinek pêk anî.

Wezareta Derve jî hêrişa Îsraîlê ya li ser kampa penaberan a Nuseyratê ya li Xezeyê şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di serdana xwe ya Dohaya paytexta Qeterê ya bi mebesta beşdariya Civîna 6emîn a Wezîrên Derveya Konseya Hevkariyê ya Tirkiye û Kendavê de, bi Serokê Baskê Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye re civiya.

Di parvekirina li ser hesabê X yê medyaya civakî ya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê de hate destnîşankirin ku Hakan Fîdan, li Dohayê, bi Heniye re hevdîtin pêk aniye, lê belê di daxuyaniyê de, di derbarê hevdîtinê de ti agahî nehatin dayîn.

Erdogan: Kuwaî Milliye çi be Hemas jî ew e

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di meha Avrêlê de li Stenbolê, mazûvaniya Haniye kiribû û beriya serdanê ji bo Hemasê gotibû: “Hêzên Neteweyî (Kuwaî Milliye) çi be, Hemas jî ew e.”

Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, di derbarê hêrişa Îsraîlê ya li ser kampa penaberan a Nuseyratê ya li Xezzeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku tê de hêrişa Îsraîlê ya li dijî kampa penaberan a Nuseyratê hate şermezarkirin de hate gotin ku “Îsraîl, bi vê hêrişa xwe ya hovane ya li dijî Xezzeyê, tawaneke nû li tawanên xwe yên şer zêde kiriye.”