Hakan Fidan sekreterê gistî yê El Fetih a Fîlîstînê Cibril Racub qebûl kir

27 February 2025 22:02 0 dîtin
Hakan Fidan sekreterê gistî yê El Fetih a Fîlîstînê Cibril Racub qebûl kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li Ankara bi sekreterê El Fetihê Cibril Racub re civiya û gotiye ku divê grûbên Fîlîstînî bê wext wenda bikin, li hev bicivin û li hev bikin.

Di hevdîtinê de Fidan, bang li serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas kir û xwest ku ji pêvajoyê re serpereştiyê bike û li hemberê firehbûna siyaseta Îsraîlê temamê fîlîstînî bi hevre tevbigerin.