Hakan Fîdan: Sûriyeyî dikarin vegerin welatê xwe, di danûstandinan de PKK/YPG tune ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li paytexta Qeter Dohayê li ser rewşa Sûriyê û ruxandina deshilata rejîma Esed daxuyanî dan.
Hakan Fîdan di civîna rojnamevanî ya Dohayê de îro 8ê Kanûnê got, êdî dem dema avadankirina Sûriyeyê û bi milyonan penaberên Sûriyeyî dikarin vegerin welatê xwe.
Li ser danûstandinên bo Sûriyeya nû ya veguhêz jî Hakan Fîdan got ku dê peyrewên PKKê ango PYD û Rêveberiya Xweser wekî aliyekî rewa neyên nirxandin û tê de cî nestînin.
Herwiha Fîdan got, “Yên ne ji Sûriyeyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) birêve dibin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin