Hakan Fidan û Antony Blinken li Pragê civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li payîtexta Çekyayê li Pragê, di çarçova ne fermî ya civîna wezîrên karên derve yên dewletên endamên NATOyê re, bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Antony Blinken re civiya.
Agahdarkirina civînê ji aliyê wezareta karên derve ya Tirkiyê, di ser hesabê xwe wê yê medya civakî de hat kirin. Di ser hesabê medya civakî de behsa hûrgiliya naveroka civînê nehat kirin lê li gor çavkaniyên dîplomatîk;
-Her dû teref li ser agirbesa li Xezzayê, rewşa dawî û avakirina du dewletan axifîne,
-Her dû teref li ser rewşa dawî ya Sûriyê û Ûkraynayê axifîne,
-Her dû teref li ser bûyerên li hinek welatên Afrîkayê rawestiyane,
- Her dû teref li ser tayînkirina nûnerekî NATOyê ji bo Ûkraynayê axifîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin