Hakan Fîdan û David Cameron agirbesta Xezzeyê û rewsa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

26 January 2024 19:00 0 dîtin
Hakan Fîdan û David Cameron agirbesta Xezzeyê û rewsa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron serdana Tirkiyê kir û li Stenbolê ligel hemkarê xwe Hakan Fîdan re civiya.

Hate ragihandin ku di civîna ku îro 26ê Çile li Stenbolê birêve çûye de, Fîdan û Cameron, mijarên pêwîstiya agirbestê bo Xezzeyê û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî jî di nav de, mijarên dualî gotûbêj kirin.

Hate diyarkirin ku civîna ji medyayê re girtî hatiye kirin de, mijarên herêmî û Xezze hatine axaftin û piştre jî hevdîtina şandên herduyan bi awayê xwarina kar hatiye encamdan.

Cameron herwiha di hevdîtinê de, kêfxweşiya xwe ya bo pejirandina endamtiya NATO ya Swêdê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve anîye ziman.

Li gorî daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê herdu aliyan biryardariya xwe bo pêşxistina bazirganî, aborî û pîşesazçiya berevaniyê dubare kirine.