Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin gihîstin Samê

12 December 2024 16:52 0 dîtin
Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin gihîstin Samê

PeyamaKurd -  Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin gihîştin Şam a paytexta Sûriyê.

El Cezîreyê ragihandiye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, piştî ruxandina rejîma Esed li Sûriyê yekem serdana xwe bo Şamê kirin.

Hatiye diyarkirin ku wê Fîdan û Kalin bi rêveberiya demkî ya Sûriyê re hevdîtinan pêk bînin.

Biryar e Fîdan û Kalin bi Serokwezîrê nû yê Sûriyê Muhammed El Beşîr û Serokê HTŞê Golanî re jî bicivin.

Herwiha li gorî zanyariyan, wê xebatên bo vekirina balyozxaneya Şamê jî dest pê bikin.