Hamas: Netanyahu berpirsiyarê jiyana girtiyên Îsraîlî ye
PeyamaKurd – Hamasê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji jiyana girtiyên Îsraîlî yên li Şerîda Xezzeyê berpirsyar dît û ragihand, heta êrîş neyên rawestandin ti pevguhertina girtiyan û danûstandin ne mumkin e.
Yek ji rêveberên Hamasê Usame Hemdan di civîneke çapemeniyê de diyar kir, girtiyên Îsraîlî yên li Xezzeyê ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê di bin metirsiya mirinê de ne.
Hemdan got, "Hamas ji ber astengkirina temamkirina peymana pevguhertina girtiyan û ji nû ve destpêkirina êrîşên li ser Xezzeyê, Netanyahu ji jiyana girtiyan berpirsyar dibîne."
Hemdan bal kişand ser wê yekê ku heta Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezzeyê nerawestîne ti danûstandin û danûstandina girtiyan pêk nayê û hişyarî da ku Îsraîl plan dike ku gelê Filistînê bi darê zorê ji Xezzeyê derxîne û got, "Her kesên ku di van planan de cih digirin, çi qas bi niyeta baş be jî, şirîkê sûcê qirkirin û sirgûnê ye."
Hemdan diyar kir, armancên Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ne pêkan in û destnîşan kir, Netanyahu û artêşa Îsraîlê bi însiyata tolhildanê û xwînmijiyê tevdigerin.
Hemdan amaje bi wê yekê kir ku Netanyahu û artêşa Îsraîlê ev du meh in nikarin îmaja serkeftinê çêbikin. "Şer çiqas bidome jî, serkeftin ji bo Netanyahu û artêşa wî xeyaleke pêk nayê ye, me amadekariyên wê kiriye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin