"Hamas, pistî DAISê bû sedema metirsiya herî cidî"
PeyamaKurd - Dîrektorê FBI Christopher Wray, ragihand ku êrîşên çekdarên Hamasê yên li Xezzeyê piştî DAIŞê xetera herî cidî ya terorîstî li ser Amerîkayê ye.
Wray, duh (31.10.2023) di axaftina xwe ya li Komîteya Ewlehiya Navxweyî û Karûbarên Hikûmetê ya Senatoyê de diyar kir ku şerê li Xezeyê metirsiyên li ser cihû û misilmanên Amerîkayê zêde kiriye.
Rêvebirê FBI, di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn metirsiya êrîşê li dijî welatiyên Amerîkî derxistiye asteke nû."
Her wiha Wray bi bîr xist ku DAIŞ û El Qaîde ji dema operasyona Tofana Eqsayê ku ji aliyê baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ve di 7’ê Cotmehê de dest pê kir, banga êrîşan li DYA û Ewropayê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin