Hamza Dag li Diyarbekirê got: Dersa Qûr’anê, Siyer û Zimanê Kurdî hilbijêrin!
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Hamza Dag li Diyarbekirê, ji malbatên zarokên diçin dibistanan xwest, ligel dersa Qûr’an û Siyerê dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.
Hamza Dag, beşdarî civîna partiya xwe ya bi navê Encûmena Şêwirmendiyê ya Bajêr a Berfirehkirî ya Diyarbekirê bû.
Dag di civînê de, daxwaz ji welatiyan kir di heyama duyem a perwedehiyê de dersên Qur’ana Kerîm, Siyer û Zimanê Kurdî hilbijêrin.
Hamza Dag herwiha got: “Gelek pirsgirêkên dijwar, di serî de jî pirsgirêka Kurd, di serdema AKPê de gihîştine çareseriyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin